koçberên efrînî êrîşên li ser kantona efrîn û şehbayê şermezarkirin û banga bi dawîkirina êrîşan kirin.
koçberan dan zanîn ku, dagirkeriya tirk rojane êrîş û sûcên şer li dijî sivîlan pêk tîne , lê her kes li hemberî sûcên tirkiyê bê helweste.
Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên bê ser û ber li ser kantona efrîn û şehbayê didomîne.
herî dawiyê dewleta tirk di çarçoveya rêzêrîşên xwe de bi Balafireke bêmirov li kantona Efrîn û Şehbayê erebeyek bombebaran kir, di encamê de 3 endamên TEV-DEM’ê şehîd bûn.
koçberên efrînî êrîşên dagirkeriya tirk bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku dagirkerî rojane sivîlan dike armanc.
koçberan destnîşan kirin ku, dagirkeriya tirk sûcên şer dike û her kes li hemberî sûcên wê bê denge.
Tevî êrîşên dagirkeriyê û dorpêça giran a Hikûmeta Şamê lê koçberên Efrînî li ber xwe didin û tekez dikin ku ew ê ti carî serî netewînin.
