Koçberên Efrînî li gel zehmetiyên koçberiyê û êrîşên rojane yên dewleta Tirk a dagirker amedekariyên mûneta zivistanê dikin.
Koçber dibêjin, ew her sal di van deman de amadekariyên zivistanê çêdikin û bi wê yekê re debara jiyana xwe pêk tînin.
Her sal di dawiya meha Tebaxê de xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên zivistanê çêdikin û sebzeyan hişk dikin.
Koçberên Efrînî yên ku li Şehbayê dimînin ji bo debara jiyana xwe ya rojane pêk bînin amadekariyên mûnetê dikin.
Ji wan amadekariyan, kelandina mast, hişkirina îsota û hwk.
Koçberê bi navê Mesûd Seydo ji kamîraya Rojava Tv re behsa karê çêkirina mûnetê dike.
Mesûd Seydo dibêje ku, funê wan têra debara jiyana wan nake, lewma pêwîstî bi çêkirin û firotina mûneta zivistanê dibînin.
Koçberên Efrînî yên ku li kantona şehbayê bi cih bûne, bi êrîş û dorpêça hikûmeta şamê re rû bi rû dimînin, lê da ku barê koçberiyê li ser xwe sivik bikin û debara jiyana xwe bikin bi xwe, xwe bi rêve dibin.
