KOÇBERÊN EFRÎN Û ŞEHBA BEHSA SERPÊHATIYA RÊWÎTIYA KOÇBERIYÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrînî yên ku cara duyemîn in koçber dibin û li kantona cizîrê bi cih bûne , bûn şahidê sûcên çeteyên dagirkeriyê û tişta ku bi çavên xwe dîtin e, vedibêjin.

ji ber êrîşên dagirkeriyê li ser kantona Efrîn û Şehba yê de, bi sed hezaran welatî bi darê zorê hatin koçberkirin û berê xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rêveberiya xweser jî li gor derfetên xwe yên sînordar pêşwazî li koçberan kir, li herêmê ew bi cih kirin û pêwîstyên wan bi cih anîn.

Koçberên Efrînî yên ku cara duyemîn in koçber dibin û li kantona cizîrê bi cih bûne , behsa serpêhatiya xwe ya bi êş dikin.

koçber di rêwîtiya xwe ya koçberiyê de de, bûn şahidê sûcên çeteyên dagirkeriyê û tişta ku bi çavên xwe dîtin e, vedibêjin.

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser yên dawî 121 hezar koçberên Efrîn û Şehbayê derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne û ev hejmar ber bi zêdebûnê ve diçe.

Share This Article