Ji bo şermezarkirina biryaranameya buhayê genim ya ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûryeyê ve hatiye destnîşankirin, îro bi dehan cotkarên bajarê Amûdê û gundewarê derdora wê mîtîngek li dar xistin.
Mîtîng li navrasta bajêr hate lidarxistin, tê de biryar hate şermezarkirin û daxwaza bilindkirina nirxê genim hate kirin.
