KOÇBERÊN EFRÎN- ŞEHBAYÊ LI TEBQA Û REQAYÊ TÊN BICIHKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Gel a Efrîn- Şehbayê duh bi daxuyaniyekê ragihand, ji bo ku rê li pêşiya komkujiyan were girtin, wan biryar daye ku ji bajarên Şehba û Til Rifatê yên dorpêçkirî derkevin.
Piştî biryarê karwanên koçberên Efrîn, Şehba, Nubil û Zehrayê berê xwe didin kantonên Tebqa û Reqayê.
Ji bo pêşwazîkirina karwanê koçberan, tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di seferberiyê de ne.

Ji şeva derbasbûyî ve karwarên koçberên Efrîn, Şehba, Nubil û Zehrayê berê xwe didin kantonên Tebqa û Reqayê.

Ji bo pêşwazîkirina karwanê koçberan, tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di seferberiyê de ne.

Koçber li wargehên demkî yên ku Rêveberiya Xweser amade kiribûn, hatin bicihkirin û ji wan re xwarin, vexwarin û derman hatin pêşkêşkirin.

Beşekî ji wan koçberan li Tebqayê û beşek jî li Reqayê weke rewşeke lezgîn di çadirên demkî de hatine bicihkirin.

Koçberên Efrîn û Şehbayê ji Rojava TV re behsa serpêhatiya xwe ya derbideriyê dikin.

Koçberan daxwaz ji saziyên navdewletî kirin ku demildest alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin.

Meclisa Gel a Efrîn- Şehbayê duh bi daxuyaniyekê ragihand, ji bo ku rê li pêşiya komkujiyan were girtin, wan biryar daye ku ji bajarên Şehba û Til Rifatê yên dorpêçkirî derkevin.

Share This Article