Di encama êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker yên li ser kantona Efrîn – Şehba bi sed hezaran welatî bi darê zorê hatin koçberkirin.
Rêveberiya xweser a herêma bakur û rojhilatê sûriyê ji bo ku rê li ber komkujiyan bigire rê ji koçberan re vekir da ku derbasî cihên bi ewle yên herêmê bibin.
rêveberiya xweser koçberên efrîn,şehba, nubil, zehara û helebê derbasî kantonên reqa û tebqa kirin û ew li tevahî herêmê bicih kirin.
koçberên kantona Efrîn – Şehba yên ku derbasî bajarê Tebqa bûne diyar kirin ku ew di nava 7 salan de 2 caran bi darê zorê hatin koçberkirin.
koçberan behsa sûc û binpêkirinên çeteyan ên derheqê sivîlan de pêk tînin, kirin û gotin li ber çavên wan çeteyan sivîl êşkence dikirin.
piştî derbasbûna heyet tehrîl el şam bo helebê, yekser çeteyên dagirkeriya tirk êrîşî bajarên şehba kirin û careke din bi darê zorê koçberên efrînî û xelkên şehba dan koçberkirin.
