KOÇBERÊN EFRÎN BI DIL ŞEWATÎ BANGA YEKÎTIYA KURDAN DIKIN DA KU EV ÊRÎŞ BISEKININ

Rojava Tv
1 Min Read

Hejmarek mezin ji Malbatên koçberên Efrînê û malbatên Kurd ên ku li bajarên Reqa û Tebqayê jiyan dikirn, ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve, berê xwe dan Kantona Cizîrê.

Koçberan bang li dewletên Navneteweyî kirin ku çareseriyekê ji kiryarên ku di derheqê kurdan de tên kirin, bikin.

Malbatên koçberên Efrînê û malbatên Kurd ên li bajarên Reqa û Tebqayê, ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve, berê xwe dan Kantona Cizîrê.

Koçber li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ji gelê Qamişlo ve tên pêşwazîkirin û li cihên bi ewle tên veguhistin.

Koçberan bi dilkî bi şewat êşa xwe anîn ziman û banga bidawîkirina pêla koçberiyê kirin.

Koçberan banga hemû cîhanê kirin ku li dijî van kiryarên derheqê kurdan de bisekinin.

Ji dema hatina Hikumeta Demkî li ser desthilatê û di her carê de êrîş li ser gelê kurd pêk tên.

Ev dibe cara çaremîn ku bi teybet gelê Efrîna dagirkirî koçber dibin, bêyî ku Dewletên navneteweyî tu destekan bide.

Share This Article