Rêveberiya Giştî ya Gumrikê bi merasîmekê dewreya perwerdeyê ya 35 endamên gumrikê bi dawî kir, Dewre li ser navê Şehîd Nûreddîn Sofî li Akademiya Şehîd Halim a li Reqayê hat lidarxstin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Husên Osman, nûnerên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê, Rêveberiya Giştî ya Gumrikê, Meclisa Jinên Sûriyê û malbata şehîd Nûreddîn Sofî tev li merasîmê bûn.
Dewreya perwerdeyê 45 rojan dom kir, endaman semînerên ramyarî, siyasî, leşkerî û pîşeyî wergirtin.
Rêveberê giştî yê gumrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Azad Mihemed Elî, di axaftina xwe ya di merasîmê de bang li gelên herêmê kir ku li dora QSD’ê bibin yek, her wiha bal kişand ser banga aştiyê ya Apo û got ew bang mifteya çareserkirina pirsgirêkên cîhanê û Rojhilata Navîn e.
Di dawiya merasîmê de endamên dewreyê sond xwar û wêneyên şehîd Nûreddîn Sofî li wan hatin belavkirin.
