KEÇEK BAJARÊ DÊRIKÊ QEHWEXANEYEK TAYBET BI JINAN VEKIRIYE

Rojava Tv
2 Min Read

Sîham Baço keçek ji gundê Xana Serê yê girêdayî bajarê Dêrikê ye, yekem qehwexaneya taybet a jinan bi navê SÎSO vekirye.

Sîham ji Rojava Tv re diyar kir ku fikra vê projeyê ket bala wê û dixwaze pirojeya xwe berfirehtir bike û cihekî xwe yê taybet di dilê civakê de çê bike.

Sîham Baço keçek ji gundê Xana Serê yê girêdayî bajarê Dêrikê ye, yekem qehwexaneya taybet a jinan bi navê SÎSO li nav Media Molê li bajarê girkê legê vekirye.

Di qehwexaneyê de vexwarinên cûrbecûr ên germ, sar, avên fêkî û koktêl bi nirxekî ber bi çav tên firotin û pêşkêş kirin.

Sîham ji Rojava Tv re diyar kir ku fikra vê projeyê ket bala wê ji ber tu cihên taybet ji bo jinan tune bûn, ji ber vê yekê biryar da ku pirojeyeke taybet bi jinan ku karibin bi reheti demê xwe lê derbas bikin û ji tengasiya jiyana rojane dûr bikevin derket holê.

Sîham anî ziman ku jin bi vîn û îradeya xwe nikarin bi gotin û rexneyên civakê ji xewn û armancên xwe dûr bikevin.

Sîham hêvî dike ku pirojeya xwe berfirehtir bike û cihekî xwe yê taybet di dilê civakê de çê bike.

Projeya SESO niha wek mînakek baş a destpêşxeriyên jinan tê dîtin û hêvî tê kirin ku bibe derfet ji bo gelek jinên din ku bixwazin di warê bazirganî û projeyan de gavên nû bavêjin.

Share This Article