Îro danê sibê karwanê heciyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi Aribistana Siûdî ve kete rê.
Karwanê haciyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 300 kesan pêk tê doh bi êvarê ber bi Şamê ve kete rêtin.
Karwan dê ji Şamê here bajarê Mekayê yê Arabistana Siûdî da ku aynên hecê pêk bînin.
Ji 14 salan û vir ve ev cara pêşî ye ku haciyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî diçin hecê.
Haciyên bajarê Dêrik û Girkê ji kamîreya Rojava TV re dua ji bo biserxistina doza kurdan kirin.
