Rêveberên ji bajarê Kobanê radestkirina gerîla Harûn Elbak a ji bo dewleta Tirk şermezar kirin û bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê kirin ku hesab ji xîyanetkaran bixwazin.
Di adara derbasbûyî de, hejmarek ji kontrayên dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Hezex a Şirnexa Bakurê Kurdistanê, gerîlayê HPG’ê Harûn Elbak radestî dewleta Tirk kirin.
Ji wê demê ve nerazîbûn û karvedanên gelê Kurd berdewam in û bangên hesabxwestinê zêdetir dibin.
Hevseroka Encumena Kantona Kobanê Leyla Ehmed bûyer şermezar kir û bang li Kurdan kir ku hevgirtî bin.
LEYLA EHMED- HEVSEROKA ENCUMENA KANTONA KOBANÊ
LEYLA EHMED: DIVÊ GELÊ KURD LI HEMBERÎ VAN BÛYERAN YEKGIRTÎ BE
Ji hêla xwe ve endama Encumena Giştî ya PYD’ê Zozan Mislim jî da zanîn ku gerîla parêzvanên nirxên mirovahiyê ne.
ZOZAN MISLIM- ENDAMA ENCUMENA PYD’Ê
ZOZAN MISLIM: GERÎLA PARÊZVANÊN NIRXÊN MIROVAHIYÊ NE
Beriya niha Hêzên Parastian Gel HPG’ê ragihandibû ku ew ê bi rengê herî tund hesab ji xîyanetkaran bixwazin û bang li welatparêzan kiribû ku helwest nîşan bidin û xayînan mehkûm bikin.
