KAMPA HOLÊ HÊVIYA XWE BIRÊXISTINKIRINA LEŞKERÎ Û ÎDYOLOJÎ JI DAIŞ RE YE

Rojava Tv
2 Min Read

Di kampa Holê de, bi taybet di fîza El Muecîrat de îdyolojiyek herî tundraw tê perwerdekirin û belav kirin û ew îdyolojî di fîza 5’an ya kampê de dikeve piratîkê..

li gor efrmandarên operasyona Mirovî û Ewlehî tişta ku di nava kampa holê de hate dîtin metirsiya wê li ser tevahî cîhanê hebû..

Her çendî şervanên QSD’ê dawî li çeteyên DAIŞ’ê di warê erdnîgarî û leşkerî de anîn, lê kampa Holê dimîne zemînek ji bo belavkirina îdyolojiya tundrew ya DAIŞ’ê..

Tevî bi hezara çeteyên DAIŞ’ê di zindanan de ne, lê jinên DAIŞ yên bi navê El Hisbê bi taybet di fîza “Muhecîrat” de her dem di nava liv û tevgera birêxistinkirina Îdyolojî de ne, bi vî awayî  DAIŞ careke din metirsiya xwe di nava kampa holê de belav dike..

Di fîza “El – Muhecîrat” de zêdyî 8 hezar ji 57 welatên biyanî jinên DAIŞ’ê dimînin, bi îdyolojiyeke herî xirab û metirsîdar jiyana bi hezara niştecihên kampê xistine metirsiyê..

ne tenê îdyolojî, pêngava duyemîn ji operasyona mirov û Ewlehî bi dîtina gelek cureyên çekan bi taybet di fîza 5’an ya kampa Holê de isbat kir ku çeteyên DAIŞ’ê xwe di aliyê leşkerî de jî amade dikin..

li gorî rêveberiya kampê piraniya buyerên kuştinê bi çekên sivik di fîza 5’an de rû dane û piraniya dadgehên şeri’î di nava wê fîzê de têne bi karanîn..

doh jî ala çeteyên DAIŞ’ê careke din di fîza Muhecîrata de hate rakirin, ew jî piştî çend rojan  ji ragihanda bi dawîkirina ku pêngava duyemîn ji operasyona mirov û Ewlehiyê..

Share This Article