Jinên rêvebir ên bajarê Reqayê tecrîda giran ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û dan zanîn ku ev tecrîd Rêber Ocalan ji mafên wî yên kesayetî û mirovî bêpar dike.
Bertekên li hemberî tecrîda giran a ku dewleta Tirk a dagirker li ser rêber Ebdulah Ocelan ferz kiriye roj bi roj zêde dibin.
Rêvebirên jin ên bajarê Reqayê destnîşan kirin ku Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin ne mantiqî û ne hiqûqî ye û divê ji dewleta Tirk a dagirker hesab were xwestin.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Reqayê Zelîxa Ebdî tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir ku divê li hemberî tecrîdê civaka navdewletî bêdeng nemîne.
Zelîxa Ebdî got “Em tecrîda giran ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser rêber û feylesûf Ebdulah Ocelan tê meşandin şermezar dikin. Ev tecrîda ku bi salan dirêj kir, hê jî Civaka Navnetewî bêdeng e, tevî ku CPT serdana Îmraliyê jî kir û derbasî nava zindanê bû, lê hê jî tu daxuyaniyek zelalkirî ji aliyê vê rêxistinê ve derneketiye û rewşa Rêber Ebdulah Ocelan zelal nekiriye”.
Ji aliyê xwe ve endama encumena giştî ya partiya yekîtiya demoqrat PYD’ê li Reqayê Ebîr El Xelîl destnîşan kir ku ferzkirina tecrîdê li ser rêber Ocelan, Rêber ji mafên kesayetî bê par dike.
Ebîr El Xelîl anî ziman: “Doza Rêber Ocelan hîna nehatiye çareserkirin, ferzkirina tecrîdeke giran li ser Rêber, tê wateya ku Rêber ji mafên kesayetî bê par dikin, Ev yek jî binpêkirineke ji mafê mirovan û hemû pîvanên mirovî û exlaqî re ye. Divê dewletên cîhanî bêhtir di vê dozê de bixebitin û daxwaza rakirina tecrîdê li ser Rêber Ebdulah Ocalan bikin”.
Li aliyekî din jî Rêvebira di buroya komeleya jinên Zenûbyayê de Itîmad El-Ehmed li ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan got: “ em dixwazin tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin, Rêberê ku daxwaza azadiya fikirê jinê û civakan kir, em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û jinên Reqayê bi taybet dibêjin ku em weke jin bi riya Panêl, meş û daxuyaniyan de, em ê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin”.
Ev 24 sal in rêber Abdullah Ocalan di zindana Imraliyê de girtî ye.
Herî dawî birayê Rêber Abdullah Ocalan Mihemet Ocalan di Adara sala 2021’an de bi telefonê bi rêber re axivî lê belê axaftin zêdetirî 5 deqeyan dewam nekir.
Ji wê demê ve û heta niha tecrîda giran li ser Rêber Abdullah ocalan tê meşandin.
