Jinên bajarê Qamişlo bi serpereştiya Kongra Star di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de meşek meşaleyî li dar xistin.
Bi dehan endamên kongrayê û jinên ji bajêr beşdarî meşê bûn.
Meş ji Çerxerêya Efrînê dest pê kir û li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê endama Koordînasyoan Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên ve hate kirin.
Jiyan ev bone li jinan pîroz kir û diyar kir ku êrişên li dijî herêmê destkeftiyên jinan dikin armanc.
Jiyan Hisên di dawiyê de banga piştevaniya hêzên berxwedanê û sekna li kêleka wan kir û got têkoşîna hevbeş rêya yekane ya rûbirûbûna astengiyan e.
Çalakî bi berzkirina diruşmên ” Jin Jiyan Azadî ” bi dawî bû.
