JINÊN KOBANÊ BIRÎNA CEZAYÊN ÎDAMÊ YA LI DIJÎ JINÊN KURD ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

beriya hefteyekê, Rêjîma Îranê li dijî parêzvanên mafê jin û çalakavan Paxşan Ezîzî û Şerîfe Muhamedî cezayên darvekirinê birî.

Li dijî biryarên Rêjîma Îranê, jinên azadîxwaz û pêşeng li hemberî her cure zordestiya mêrdewlet têdikoşin.

têkildarî biryarên darvekirinê yên li dijî têkoşerên jin ên kurd berte zêde dibin, jinên bajarê kobanê birîna biriyara darvekirinê ya li dijî çalkavan Paxşan Ezîzî û Şerîfe Muhamedî bertek nîşan dan.

jinan tekez kirin ku ew ê bi îradeya xwe ya xurt siyasetên qirêj yên rejîma îranê ya li dijî jinan têk bibin.

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku, ji 18’ê Tîrmehê ve li seranserî girtîgehên Îranê 27 kes hatine darvekirin, Piraniya wan Kurd in û di nava wan de 4 jin hene.

Rêxistinê eşkere kir ku ji serê salê ve jî 293 kes li bajar û navçeyên cûda yên Îranê hatine darvekirin û piraniya wan jî Kurd bûn.

Share This Article