JINÊN KOBANÊ BERXWEDANA 2014’AN DUBARE DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî êrîşên hovane yên Çeteyên HTŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker û Şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê; niha bajarê Kobanê ketiye nava dorpêçeke dijwar û xeternak de.

Jinên Kobanê ji nav dorpêça girn, soza dubarekirina berxwedana sala 2014’an a li hember DAIŞ’ê dubare kirin.

Piştî êrîşên hovane yên Çeteyên HTŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker ê Şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê niha bajarê Kobanê ket nava dorpêçeke dijwar û xeternak de.

Di vê çarçoveyê de, jinên bajarê Kobanê êrîşên li ser herêmê şermezar kirin û ji cîhanê re tekez kirin ku dê berxwedana wan bi ser bikeve.

jinan anîn ziman ku çete dixwazin me bê maf bihêlin, ew jî dibêjin “yan jiyaneke azad yan jî mirineke bi rûmet”.

Her wiha jinan diyar kirin ku komployek li hemberî kurdan tê sazkirin, divê gelê kurd bê deng nemîne.

Bajarê Kobanê ku di sala 2014’an de bi berxwedaniya xwe ya li hemberî rêxistina DAIŞ’ê di cîhanê de deng veda, niha careke din ji aliyê heman çeteyên ku di bajarê Kobanê de têk çûne, tê dorpêçkirin.

Share This Article