JINÊN HERÊMÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ DÊRA MAR ILYAS ŞERMEZAR DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

jinên herêmê jî bertek nîşanî êrîşa dijî dêra Mar Ilyas ya li şamê dan û teqîn bi destê terorîstan pêk hat û di vê di civakê de xîtabê nefretê were rakirin.

22’yê Hezîranê li dijî Dêra Mar Îlyas a li herêma Diwêla ya şamê êrişeke xwekuj hatibû kirin. Di encamê de bi kêmanî 22 kes hatin kuştin û 63 kes jî birîndar bûn.

Ew kiryara hovane û dij mirovî rastî bertek û nerazîbûnên xelkên sûriyê nexasim herêma bakur û rojhilatê sûriyê hat.

endama koordînasyona kongra star li hesekê Meha Mi’ê êrîşa li dijî dêrê bi tundî şermezar kir û tekez kir ku êrîşa li dijî xiristiyanan li dijî tevahî pêkhateyên sûriyê ye.

Endama Buroya Têkiliyên Partiya Weten A Sûrî Şeyma Xelef li hember kiryar û êrîşan behsa xîtaba nefretê kir ku dibin sedema êrîşên bi vî rengî.

Koma navê “Seraya Ensar El Sunna” li xwe kiriye, îroj bi daxuyaniyekê êrişa xwekuj a li dijî Dêra Mar Îlyas a li taxa Diwêla ya Şamê girte ser xwe.
Di daxuyaniya komê de hate gotin; êriş ji aliyê kesê bi navê Mihemed Zêneabidîn Ebû Osman ve hatiye kirin û gefa êrişên din hate xwarin.

Share This Article