Xebatkarên qada Jineolojiyê 8’ê Adarê pîroz kirin û gotin, bi Şoreşa rojava re jinan gelek destkeftiyên girîng bi dest xistin.
Her wiha xwe di hemû qadan de bi pêşxistin û pêşengtî ji guhertinên giring re kirin.
8’ê Adarê Roja cîhanî ya jinan e ku weke roja Têkoşîn, berxwedan û hilweşandina pergala desthiladar tê naskirin û jinên berxwedêr di vê rojê de sozên xwe yên pêkanîna azadiyê nû dikin.
Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re, çanda xwedîderketin û pîrozkirina vê rojê di nava civakê de geştir bû.
Endama Akademiya jineolojî ya bajarê Dêrikê Lorîn Hac got, bi Şoreşa rojava re jinan gelek destkeftiyên girîng bi dest xistin.
Her wiha Endama Navenda Lêkolînan ya Jineolojî ya Dêrikê Hemîda Xidro da zanîn ku, jinan li Rojavayê Kurdistanê di qadên leşkerî û siyasî de xwe îsbat kirin.
Biryar e îsal li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pîrozkirina 8’ê adarê şahiyên girseyî di bin dirûşmeya Bi jin jiyan azadî ber bi Sûriyeke demokrat ve werin lidarxistin.
