JINÊN AMÛDÊ JI BO PIŞTGIRIYA YPJ’Ê LI QADAN BÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star li bajarê Amûdê jî meşek ji bo piştgiriya YPJ`ê li dar xist ku bi sedan şênî û endamên saziyan beşdar bûn.

Meşê ji Çarxerêya Jina Azad dest pê kir û ber bi navenda bajêr ve çû, beşdaran dirûşmên “Bijî Yekîneyên Parastina Jin” û “Em hemû YPJ ne” qîr kirin û her wiha pankartên “Yekîneyên Parastina Jin hebûna me ne” hilgirtin.

Li navenda bajêr, piştî rêzgirtinê endama Kongra Star Civîn Hebîb axivî û behsa rola YPJ`ê di parastina jinan û mafên wan û parastina herêmê de kir.

Civînê her wiha bal kişand ser rola şervanên jin di bidestxistina destkeftiyên şoreşê de û ji bo parastina van destkeftiyan banga berdeweamkirina têkoşînê kir.

Meş bi dirûşmên ku berxwedana YPJ`ê silav dikin, bi dawî bûn.

Share This Article