JI BO PIŞTGIRIYA QSD’Ê XELKÊN ÇILAXA DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê meşeke girseyî hate lidarxistin.
Beşdarên meşê gotin, ew dê li hember hemû siyasetên hovane piştgiriyê bidin QSD’ê.

Bi armanca piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmê meşeke girseyî li bajarê Çilaxa hate lidarxistin.

Meş ji qada jin dest pê kir û heta qada Ş.Mehsûm a li naverasta bajêr dewam kir. Li wir axaftin hatin kirin û hate tekezkirin ku, ew ê bi hevgirtina xwe hemû cureyên êrîşên li dijî herêmê, têk bibin.

Beşdarên meşê gotin, ew dê li hember hemû siyasetên hovane piştgiriyê bidin QSD’ê.

Her wiha Beşdarên meşê diyar kirin ku, QSD’ê aram li her derê belav kir, lewre îro dem dema xwedîderketinê ye.

Meş bi berzkirin dirûşmeyên Bijî Berxwedana Rojava, YPJ û QSD’ê Rûmeta me ne bi dawî bû.

Share This Article