JI BO PIŞTGIRIYA JINÊN LI SIWEYDAYÊ LI HELEBÊ ÇALAKIYEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star a Helebê di çarçoveya kampanya Platforam Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan de ku bi sernavê “Bi hev re piştgiriya jinan li Siweydayê li hember qirkirinê bikin” ragihandiye, çalakiyek li dar xist.

Çalakî li qada çerxerêya Destîna ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li dar ket û endamên partiyan, saziyên sivîl, meclis û komîn tev li çalakiyê bûn.

di çalakiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo axivî û got:”Dema jin di çarçoveya xweparastinê de xwe birêxistin bikin, wê demê dikarin hebûna xwe ji çewisandinê û sûcên zihniyeta baviksalariyê biparêze”.

Berpirsa nivîsgeha têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Fatme Al Hesîno jî teqezî bi erkaxweparasitnê û yekitiyê.

Share This Article