LI KOBANÊ ŞEHÎDEK HAT OXIRKIRIN Û 3 ŞEHÎD HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên Kantona Firatê şehîd Rustem Kobanê bi merasîmeke bi heybet oxir kir û şehîd Nisrîn Çiya, Birûsk Firat û Endîzek Ararat bi bîr anîn.

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Rustem Kobanê ku di 24’ê Îlona 2025’an li Reqayê şehîd bûbû, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê, oxir kir.

Şêniyan, gerîla Endîzek Ararat, şervana YPJ’ê Nisrîn û şervanê QSD’ê Birûsk Firat û Zinar Aşmê jî bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, dûre hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê Felek Yûsif sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku ew ê şopdarên şehîdên xwe bin.

Piştre wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hate xwendin û redestî malbatên wan hate kirin, Cenazeyê şehîd Rustem Kobanê bi tilîliyên dayîkan hat oxirkirin.

Share This Article