Ji ber barîna barana zêde li Herêmê, li piraniya bajar û bajarokan careke din pirsgirêka xetimîna Kanalîzasyonan derdikeve holê.
welatiyên bajarê Qamişlo ji ber vê pirsgirêkê bi gazinin û banga destwerdanê li şaredariyê dikin.
Tevî hewldanên şaredariya gel ya bajarê Qamişlo û amdekariyên wan ji bo werzê zivistanê, careke din pirsgirêka xetimîna torên avrêjiyê li nava kolanên bajêr derket.
Heyama çend rojnane ku rêjeya baranê li herêmê zêde ye taybet li bajarê Qamişlo pirsgirêkên, xetimîna torên avrêjiyê derket.
Xetimnîna toran, dibe sedem ku kolanên bajêr werin girtin û pirsgirêkan ji welatiyan û ajokaran re derxe holê .
Ji ber vê pirsgirêk welatiyên bajarê qamişlo bi gazinin û banga destwerdanê li şaredariyê dikin.
Ji aliyê xwe ve rêvberê ofîsa Kanalîzasyonan a şaredariya bajarê qamişlo Serdar Hisên diyar kir ku ji bo demsala zivistanê, gelek tedbîr hatine girtin .
Tevî kar û xebatên şaredariya gel ya bajarê qamişlo ji bo çareserkirina pirsgirêka xetimîna torên avrêjiyê careke din pirsgirêk li nava bajar derdikeve .
