JI BER BARANA DIJWAR ZIYANEK MEZIN LI MAL Û MILKÊN WELATIYAN HAT

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li Qamişlo, Hesekê, Çilaxa, Tirbesiyê, Reqa û kampa Koçberên Serêkaniyê, ji ber barana dijwar, av derbasî malan bû û zerarek mezin li sektora çandiniyê hat

Li herêma Cizîrê ji duh ve baraneka dijwar dibare. Di encamê de av li kolanan kom bûye û kanalîzasyonên herikîna avê hatine girtin.

Li bajarê Qamişloyê, bi taybetî li taxên Cûdî û Cemayê avê daye ser gelek malan.

Li bajarên Hesekê, Tirbespiyê û Çilaxa jî, ava baranê li kolanan kom bû û ket nav hin malan. Her wiha tevgera şêniyan asteng kir.

Li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî yên Koçberên Serêkaniyê, ji ber heman sedemê piraniya konên koçberan di bin avê de mane. Bi dehan kon hilweşiyane û kelûpelên tê de di avê de mane.

Li aliyekî din Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundê El Bû Hemdan ê rojhilatê Reqayê ji ber bahoza baranê, banê xaniyekî hilweşiya û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Share This Article