ÎRO DERIYÊ DIBISTANÊN HERÊMÊ JI BO XWENDEKARAN HATE VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li Hesekê û navçeya Amûdê jî xwendekaran bi dilekî xweş berê xwe dan dibistanan.
Mamoste û Rêveberên Dibistanan diyar kirin ku beriya vekirina dibistanan Mamoste di perwerdeyê re derbas bûn û xwe ji bo sala nû ya xwendinê amade kirin.

Li navçeya Amûdê jî îroj bi hezaran xwendekarên Seretayî, Navîn û Amadehî yên navçeyê û gundewarên wê bi coş û heyecaneke mezin berê xwe dan dibistanan.

Şadî û kêfxweşî li ser rûyê xwendekaran xuya bû.

Berdevka Dibistana Melayê Cizîrî Peyman Şanbaz vekrina dibistanan li hemû xwendakar û mamosteyan pîroz kir û diyar kir ku xwendekar bi coşek mezin derbasî dibistanê bûn.

Her wiha li bajarê Hesekê jî bi coş xwendekaran berê xwe dan dibistanan.

Rêveberiya Dibistana Xweser a Felek Hewas, Samiya Xelîl Mihemed anî ziman ku beriya dibistan vebin mamoste di perwerdeyê re derbas bûn û xwe ji bo sala nû ya xwendinê amade kirin.

Îro li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû ya xwendinê dest pêkir.

Li gorî rêveber û mamosteyên dibistanan îsal pilanên nû ji bo perwerdekirina xwendekaran hatine danîn.

Share This Article