20 û 21’ê hezîranê gera 20’an a astana li Kazaxistanê hate lidarxistin bêyî ku nûnerên pêkhatiyên sûrî beşdar bin , siyasetmedarên tebqa nerazîbûn nîşanî encamên astana dan û diyar kirin ku zêdebûna êrîşên li dijî herêmê nîşeneya binketina astana ye
20 gerên astana ku qaşo ji bo çareserkirina aloziya sûriyê hatin lidarxistin bidawî bûn bêyî ku tu çareseriyê peyda bike , berovajî wê her astanak dijberî û parçekirinê dide pêş
Herî dawî 20 û 21’ê hezîranê gera 20’an a astana li Kazaxistanê hate lidarxistin bêyî ku nûnerên pêkhatiyên sûrî beşdar bin û careke din tu çareserî peyda nekir
Derbarê civînên astana de siyasetmedarên tebqa nirxandin kirin û diyar kirin ku zêdebûna êrîşên li dijî herêmê nîşeneya binketina astana ye
hevserokê nivîsgeha rêxistinê ya partiya sûriya pêşerojê yasir el kurdî got dewletên ku beşdarî astana dibin bixwe sedema aloziya sûriyê ne
berdevka nivîsgeha jin a partiya sûriya pêşerojê nadiya mihemed jî diyar kir ku armanca astana careke din rewakirina hikûmeta şamê ye
Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyê her dem banga çareseriya aloziya sûriyê bi riya diyalogê li gel aliyên sûrî dike , doh jî di heman çarçoveyê de MSD û Heyet El Tensîq El Wetaniye “belgeyeke rêkeftinê” ku ji 5 xalan pêk tê ji bo çareseriya aloziya sûriyê bi kongreke çapeneyê eşkere kirin
