ILHAM EHMED JI ROJAVA TV RE GEŞEDANÊN DAWÎ YÊN DERBARÊ DOSYAYA SÛRIYÊ DE NIRXAND

Rojava Tv
1 Min Read

Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed ji telefizyona me Rojava TV re behsa geşedanên dawî yên derbarê dosyaya Sûriyê de û destdirêjiyên li ser çarenûsa xelkên wê tê kirin, kir.

Ilham Ehmed di nava nirxandinên xwe de got, Lêgerîna çareseriyên demkî di çarçoveya lihevhatina herêmî de ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye.

Derbarê hewldanên Rêveberiya Xweser de yên lihevkirina bi Hukimeta Şamê re û çareserkirina kirîzê, Ilham Ehmed anî ziman ku, Hikumeta şamê ji bo çareserkirina krîzê û pêkanîna diyalogê tu gav neavêtin.

Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed di dawiyê de destnîşan kir ku, ew bi şoreşa gelê sûriyê ya ji bo guhertinê re ne û xwe weke beşek ji vê guhertinê dibînin.

Share This Article