LI KOBANÊ ŞANOYEK BI BONEYA ROJA ŞANO YA CÎHANÎ HAT PÊŞANDAN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi boneya roja Şano ya Cîhanî ya ku dikeve 27’ê Adarê, şanoyek bi navê ” Çawa Herî Radibe” hat pêşandan .

Şano bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, dûre hevseroka desteya Çandê ya bajarê Kobanê Mîrxan Ismaîl axivî.

Mîrxan Ismaîl bal kişand ser giringiya şano di nava civakê de û got: “Şano nêzîkî giyan û dilê civakê ye. Ji ber vê yekê cihê ku şano lê zindî be, ev civak jî zindî ye.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek hat pêşandan û dûre jî her şanoyek li ser berxwedan û têkoşîna şervanan di çeperên şer de, hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de xelat li şanogeran hatin belavkirin.

Share This Article