HUNERMEND MEHBÛBA BOTAN KLIPEK BI NAVÊ “LÊDE QSD LÊDE” AMADE KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Berxwedaniya gel a li Bendava Tişrînê ji bo hunermend û stranbêjên herêmê îlahameke mezin diafrîne, her dawî hunermenda ji bajarê Kobanê “Mehbûba Botan” klîpek bi navê “Lêde QSD Lêde ” amad kir.

Mehbûba Botan yek ji endamên Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido a bajarê kobanê ye û 4 caran bi gelê Kobanê re nobet li bendava Tişrînê girtiye.

Mebûba Tevî zor û zehmetiyan, her wiha derfetên kêm karîbû kilîpa xwe bi dawî bike û di demeke nêz dê li ser malperên civakî belav bike.

Mebûba Botan dibêje “Bendav bendava me ye, û em ê ji bo wê huner, saz û starnên xwe terxan bikin.

Share This Article