HÊZÊN PARASTINA CIVAKÎ LI REQA BI ERKA PARASTINÊ RADIBE

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberên hêza parastina civakî yên Reqayê ji Rojava Tv re diyar kirin ku parastina civakî tevahî pêkhateyên civakê di nava xwe de dihewîne û ew ji mêj ve hewl didin ku gel fêrî xwe parastinê bikin.

li dijî gef , Êrîş û Hewildanên Derbekirina projeya rêveberiya xweser , xelkên herêmê biryara berxwedan û têkoşînê dane û li gorî şerê gelê şoreşgerî di nava salên şoreşê de xwe rêxistin kirine.

lewma serî li rêbazên parastinê dane , hêzên parastina civakî avakirine û li gel hêzên Ewlekarî û Leşkeî parastina xaka xwe dikin .

Rêveberên hêzên Parastina Civakî yên Reqa gotin erka me ya bingehîn ewe ku em gelê xwe biparêzin.

Ji aliyê xwe ve rêveberê hêzên parastina civakÎ yê Reqa Ferhan Temo jî got ji bo hişiyarkirina gel li ser xweparastinê xebatên me dewam dike.

li gorî rêveberên hêzên parastina civakî hejmareke zêde ji Ciwanên Reqa da ku civaka xwe biparêzin serî li Hêzên Parastina Civakî didin û di perwerdeyan re derbas dibin da ku di nava hêzê de cih bigrin .

Share This Article