Inîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi boneya salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
Inîsiyatîfê diyar kir ku armanca Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê tunekirina dengê maf û azadiyê ye, her wiha destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi dîtina xwe ya kûr û nirxandina xwe ya rast li dijî şer û wêraniyê sekiniye.
