HÊZÊN EWLEKARIYÊ HEJMARA DOSYAYÊN MADEYÊN HIŞBIR EŞKERE KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî madeyên hişbir, madeyên hişbir ên ku di nava salekê de desetser kiribû telef kirin û bi daxuyaniyekê amarên dosyayên hişbir ên salekê aşkere kir.
Çalakî li bajarê hesekê bi beşdariya hêzên ewlekariyê, rêveberiya xweser û nûnerên civaka sivîl hate lidarxistin.
Hêzên ewlekariyê beriya telefkirina madeyên hişbir daxuyanî da û têde ragihand ku 2 hezar û 438 dosyayên girêdayî madeyên hişbir hatin vekirin, ji wan 244 dosya yên bazirganiya hişbirê, 341 dosyayên belavkirina wan û hezar û 873 dosya yên bikaranîna hişbirê ne. Hejmara kesên bi van sûcan hatine girtin jî 3 hezar û 329 bûn.
Ji madeyên ku hatine desteserkirin û hatin telefkirin:15 hezar û 981 kîlo krîstal mês, 76 hezar û 760 kîlo heşîş, Zêdetirî 6 milyon û 870 hezar hebên kaptagonê, 50 gram hîroyîn,219 çixareyên heşîşê,
99 hezar û 762 hebên hişbir, 3 hezar û 588 embolên hişbir,244 şitilên heşîşê 2 kîlo û 450 gram madeyên nenas,û 2 lître zeyta heşîşê û amûrên bikaranîna hişbirê.

Share This Article