Hêzên Ewlekariya Hundrîn ya bajarê Qamişlo, ji bo bihêzkirina ewlehiyê li nava bajêr bendên xwe yên kontrolê zêde kirin e û 24 saetan li nava bajar digerin.
rêveberên hêzên Ewlekariyê destnîşan kirin ku rewşa niha herêm tê re derbas dibe, pêwîstî bi parastineke xurt heye û çi ji wan bê xwestin ew amade ne.
Di çarçoveya xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê û ji bo parastina herêmê ji her êrîşeke terorî, her wiha ji bo pêkanîna banga seferberiyê, hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava amadebaşiyê de ne..
Hêzên Ewlekariya Hundrîn ya bajarê Qamişlo, ji bo bihêzkirina ewlehiyê bendên xwe yên kontrolê di nava bajêr de zêde kirin e û 24 saetan li nava bajar digerin.
Rêveberiya dergehan li kantona Cizîrê Sîham Xelîl da xuyakirin ku ji bo xurtkirina ewlehiya herêmê çi ji wan bê xwestin ew di nava hazirtiyê de ne.
ji rêveberên hêza Hawarê yên girêdayî hêzên Ewlekariyê Dijwar Ehmed destnîşan kir ku rewşa niha herêm tê re derbas dibe, pêwîstî bi parastineke xurt heye, ew wekî hêza Hawarê jî her dem di nava tevgerê de ne.
di nava salên şoreşê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û heta îroj, ji bo raxistina aramî û Ewlehiyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi tevahî hêza xwe di nava tevgerê de ne.
