HEZAR Û 700 MALBATÊN EFRÎNÎ GIHIŞTIN EFRÎNÊ

Rojava Tv
1 Min Read

hezar û 700 malbatên Efrînê yên li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman, vê sibehê ber bi warê xwe ve bi rê ket û beriya demekê gihêştin Çiyayê Kurmênc.

Di çarçoveya bicihanîna peyama 29‘ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de, îro koma 8‘emîn a koçberên Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket.

Koma 8‘emîn ji hezar û 700 malbatên Efrînî yên li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman pêk hat.

Kom ji bo vegere warê xwe di saetên berbangê de ji Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya Qamişlo bi rê ket û di saetên piştî nîvro de gihêşt Efrînê.

Share This Article