HEYVA SOR A KURD KAMPANYA ALÎKARIYÊ JI BO XELKÊN SIWÊDAYÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Heyva Sor a Kurd ji bo destekdayina xelkên Swêdayê, kampanya alîkariyê dest pê kir û diyar kir ku wekî beşeke erkê xwe yê neteweyî û mirovî, ew alîkariya lezgîn digihîne kesên herî zêde hewcedar.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurd diyar kir ku ji ber şert û mercên dijwar ên li bajarê Swêdayê û bandora li ser jiyana xelkên wê, pêdiviyeke lezgîn bi piştgiriya mirovî heye.
Heyva Sor da zanîn ku ji bo ji vê rastiya bi êş re bibe bersiv, deriyê komkirina alîkariyê vekir da ku bibe pirek ji bo ku alîkariya lezgîn bigihîne qurbaniyan.
Her wiha Heyva Sor destnîşan kir ku kesên dixwazin alîkarî bibin dikarin serdana navendên Heyva Sor a Kurd ên li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.
Heyva Sor a Kurd ji bo kesên li derveyî Sûriyeyê dijîn û dixwazin alîkariyê bikin jî hin hesab destnîşan kirine.

Share This Article