HEYVA SOR A KURD A BAJARÊ HESEKÊ DAXWAZA VEKIRINA KORÎDOREKE LI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Heyva Sor a Kurd a Hesekê bi daxuyaniyekê daxwaza vekirina korîdoreke mirovî bo taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir.

Daxuyanî li pêş navenda rewşên awarte ya Heyva Sor a Kurd li taxa Til Hecerê, bi amadebûna karmendên bijîşkî hat dayin.

Daxuyaniyê piştrast kir ku êrîşên bi çekên giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di çar rojên borî de berdewam kirine, di encamê de zêdetirî 100 sivîl, ku piraniya wan jin, zarok û kal û pîr in, şehîd bûne.

Daxuyaniyê her wiha zelal kir ku rewşa di hundurê her du taxan de ji ber bombebarana bêserûber a ku mal û binesaziya girîng hedef digire, karesetk bi xwe re aniye.

Di dawiyê de, Heyva Sor a Kurd bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û mirovî yên herêmî û navneteweyî kir ku tavilê mudaxele bikin da ku êrîşan rawestînin, sivîlan biparêzin û korîdorek mirovî were vekirin.

Share This Article