Di çarçoveya şopandina atmosfera meha Remezanê de, kamereya Rojava Tv li nav taxa Şêmeqsûd ya bajarê Helebê geriya û nêrînên welatiyan girtin.
Bazara navendî ya taxa Şêxmeqsûda Şerqî yek ji bazarên herî girîng e ku welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê yên bajarê Helebê lê pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda dikin.
Şêniyên taxê ji Rojava Tv re diyar kirin ku, kirîna kelûpelan li gorî nirxê dolar ku di meha Remezanê de daketiye bilind e û divê çavdêrî hebe.
Remezana sala par, taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê di bin dorpêça Firqeya Çaran a rejîma Baas de bû û bi ketina Rejîma esed re, êdî derbasbûna kelûpelan hinekî hêsantir bû.
KAMEREYA ROJAVA TV ATMOSFERA REMEZANÊ LI BAZARÊN ŞÊXMEQSÛD ŞOPAND
