HEWLDANÊN JI BO PIŞTGIRIYA KESÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET BERDEWAM IN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji ber şert û mercên civakî û aborî yên ku herêm tê re derbas dibe, mirovên xwedî pêdiviyên taybet wekî yek ji komên ku herî zêde hewceyê piştgirî û entegrebûnê di nav civakê de ne, derdikevin pêş.

Desteya Karûbarên Civakî û Kar li kantona Reqayê, bi rêya navenda xwe ya nû ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet, hewlên xwe ji bo piştgiriya vê komê bi wergirtin û tomarkirina dozan didomîne.

Ehmed El Meşût ku yek ji xwedî pêdeviyên taybete behsa astengiyê xwe di nava jiyana rojane de dike.

Rêveberê Navenda xwediyên pêdeviyên Taybet a Reqayê Mehmûd El Casim ji Rojava Tv re diyar kir ku Piraniya nexweşên ku serdana navendê dikin, seqetiyên laşî ne ku ji ber rewşên şer ên ku niştecihên herêmê kişandine, gihiştine vê rewşê.Tevî çavkaniyên sînordarkirî jî, lê hewlên ji bo piştgirîkirin û entegrekirina mirovên xwedî pêdiviyên taybet wekî berpirsiyariyeke hevpar a mirovî û civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Share This Article