Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya penaberên Sûrî yên ku ji Lubnanê berê xwe didin herêmê, dest bi komkirina alîkariyan kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di çarçoveya pêşkêşkirina alîkariyan de îro li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê û bajarên din konên alîkariyê hatiye vedane.
Heyva Sor bang li tevahî saziyan û gelê herêmê û tevahî rêxistinên mirovî kir ku xwedî li penaberan derkevin û alîkariyê pêşkêşî wan bikin.
Konên alîkariyê dê heya 20’ê Cotmehê berdewam bikin.
