Derbarê hedefgirtina rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê, Rojnamevanên herêma bakur û rojhilatê sûriyê gotin, rojnamevanên ku dengê rastî û heqîqetê radigihînin, dibin hedefa hêzên dagirker.
Her wiha rojnamevanan soza şopandina rêya Şehîd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dan.
Ji Rojnameya Kurdistanê bigre, heta bi roja îro rojnamevanên Kurd rastî komkujî û êrîşên hovane tên, lê li hember wê çirûskên berxwedanê jî hatine geşkirin.
di çarçoveya plana qirkirina dengê çapemeniya azad de, roja 23’yê Tebaxê dewleta Tirk li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê êrîşî erebeya rojnamevanên jin kir û di encamê de Gulistan Tara û Hêro Bahadîn gihaştina asta şehadetê.
Gulistan û Hêro di çapemeniya kurdî de roleke giring lîstin û bûn sembolên azadî û aştiyê.
Rojnamevan Biryar Efrîn behsa jiyan û keda her du pêşengên ragihandina azad dike.
Her wiha Rojnamevan Evîn Mihemed jî tekez kir ku ew ê xeta derxistina dengê heqîqetê û rastiyê ya ku Şehîd Gulistan û Hêro neqişandine, dewam bikin.
