Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Kantona Reqayê şahiyek ji bo roja mamosteyan a cîhanî li dar xist.
Şahî bi beşdariya yekîtiyan, rêxistinên civakî, tevgera jinan, hevserokatiya meclisa cîbicîkar û desteya perwerdeyê hat lidarxistin.
Şahî bi xulekeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre axaftin li ser navê Konfedraliya rêxistinên civaka demokratîk û rêveberiya Xweser a demokratîk hatin kirin.
Axêveran roja cîhanî ya mamosteyan pîroz kirin û behsa rola mamosteyan ya di avakirina civakeke demokratîk û zana de kirin.
Şahî bi xelatkirina hejmarek mamosteyên Kantona Reqayê bi dawî bû.
