Hevgirtina Al El- beyt ya Hesekê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk yên li dijî herêmê şermezar kir û diyar kir ku êrîşên Tirkiyê li dijî zagonên navneteweyî ne.
Bi dehan endamên Kongra Islamî û saziyê olî li pêşiya navenda Kongreyê ya taxa Mişêrfê ya Hesekê kom bûn û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî ola Islamê û zagonên navnetewî ye.
Di dawiyê de Tevgera Al El beyt bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin.
