Meclisa Malbatên Şehîdan daxwaza Şehîd Kêfo Osman yê ku di êrîşa li dijî Bendava Tişrînê de şehîd bibû, pêk anî û cenazeyê wî li lîstikgeha şehîdên 12’ê adarê û Heysem Kiço gerand.
Kêfo Osman roja 17’ê mehê bi karwanê Qamişlo re berê xwe da Bendava Tişrînê û di 18’ê mehê de ligel 5 hevalên xwe di encama êrîşa Tirkiyê de şehîd bûn.
Kêfo Osman beriya ku şehîd bibe, gotiye; dema ku ez Şehîd bibim, hûn ê cenazeyê min li lîstikgeha şehîdên 12’ê adarê û Heysem Kiço bigerînin.
Meclisa Malbatên Şehîdan daxwaza wî pêk anî û cenazeyê şehîd Kêfo Osman li her du lîstikgehan gerand.
Di merasîmê de hevalên wî û xelkên bajarê Qamişlo beşdar bûn û dirûşmeyên şehîd namirin berz kirin.
Kêfo Osman kesayetî civakî yê navdar, werzîşvanekî xurt û bavê şehîdeke YPJ’ê bû.
