Bi boneya salvegera 8`an a şehadeta nûçegihana Ajansa Hawarê Dilîşan Îbiş, dayik û rêhevalên wê û endamên Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê, çalakiyeke çandina daran li dar xistin.
Bi dehan rojnemevanên Kobanê, endamên Desteya Jîngehê û malbeta Ş.Dilîşan, berê xwe dan girê Miştenûr a bajarê Kobanê û darên çinarê çandin.
Hevalên û dayika şehîd Dilîşan diyar kirin ku sedema derxistina çalakiyeke bi vî rengî, ew e ku Ş.Dilîşan hezkiriya xweza û daran bû, taybet darên çinarê.
