Desteya KarûBarê Civakî û Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe a salane li Reqayê li dar xist.
Bi dehan ji endamên desteyê yên li kantonê bakur û rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre rewşa siyasî a ku Sûriyê têre derbas dibe hate nirxandin.
Di civînê de rapora salane a Desteya KarûBarê Civakî û Kedkaran bi zimanên Kurdî û Erebî hate xwendin.
Piştre beşdaran nêrîn û nirxandinên xwe yên ji bo karê desteyê parve kirin.
