GUNDÊN EL-KESRAT ÇAVKANIYA YEKEMÎN A JIYANA XELKÊN JI REQAYÊ YE

Rojava Tv
1 Min Read

Herêma El-Kesret ku dikeve gundewarên Başûrê bajarê Reqayê bi başbûna berhemdayîna xwe ya çandinîyê re ji xelkên herêmê re bûye çavkaniya yekemîn a jiyanê.
Ji bo em zêdetir li ser rewşa çandiniya li gundên El-Kesret nas bikin em bi hev re li vê raportê temaşe bikin.

Herêma El-Kesret ku dikeve gundewarên Başûrê bajarê Reqayê zincîrek gundan li ser çiyayên El-Şamiye çêdike û li vê herêmê darên fêkîyên havîn û zivistanê yên cûrbecûr tên çandin.

Li gorî cotkar Ehmed Salim ku ji xelkên Reqayê ye ji RojavaTV got: “Ji ber hebûna avê ya pir û başbûna axa wê ji çandiniyê re, gelek malbat li gundên El-Kesrat darên fêkî yên cûrbecûr diçînin.

EHMED SALIM: ÇANDINÎ LI GUNDÊN EL-KESRAT BAŞ E

Her wiha Casim El-Xelef berpirsê di beşa lênêrînê ya stasyona avê de jî diyar kir ku ji ber kêmbûna asta ava Firatê wan demijmêrin xebata stasyonên avê kêm kir û ev yek bû sedema kêmbûna avê ji bo gundên El-Kesrat.

CASIM EL-XELEF: JI BER KÊMBÛNA ASTA AVA FIRATÊ ME DEMIJMÊRIN XEBATA STASYONÊN AVÊ KÊM KIR

 

Share This Article