DESTEYA TENDURISTIYÊ DERBARÊ PENCEŞÊRA SINGÊ DE SEMÎNEREK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd îro li ser nexweşiya penceşêra singê semînerek li navenda çand û hunerê ya mihemed şêxo lidarxist.

Semîner bi amadebûna bi sedan nûnerên rêveberiya xweser , desteya tenduristiyê ,heyva sor a kurd , endamên kongra star û weqfa jin hat li darxistin.

Di semînerê de gelek xal hat nirxandin , ji wan xalan sedemên penceşêra singê, xeteriyên wê, çawa mirov nexweşiyê nas bike û xwe jê biparêze hatin nîqaşkirin.

Piştî nirxandinan beşdaran nîqaş û nêrînên xwe parvekirin.

 

Share This Article