GIRTINA RÊYAN JI ALIYÊ HIKÛMETA VEGUHÊZ VE BIHAYÊN SEBZE Û FÊKIYAN LI HERÊMÊ BILIND KIRIYE

Rojava Tv
2 Min Read

Ji ber girtina riyan di navbera herêmên di bin serweriya hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, nirxê hin cureyên sebza û fêkiyan li bazarên herêmê buha bûne.

Kamîreya Rojava TV ya li nav sûka sebzeyan a bajarê Hesekê geriya û nêrîna bazirgan û welatiyan der barê bilindbûna berbiçav di nirxê hin cûreyên sebze û fêkiyan de kom kir.

Welatiyan diyar kirin ku bilindbûna nirxê sebzeyan di vê heyamê de, hêza kirînê wan derbas kieiye.

Girtina rêyên di navbera deverên di bin serweriya hikûmeta Veguhêz û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, zêdebûnek berbiçav di nirxê hin cûreyên sebze û fêkiyan de çêkir û bandorek li bazarên herêmî û debara welatiyan kir.

Kamîreya Rojava TV li nav sûka sebzeyan a bajarê Hesekê geriya û nêrîna bazirgan û welatiyan li ser vê pirsgirêkê kom kirin.

Bazirganan tekez kirin ku girtina rêyan sedema yekem ya vê rewşê ye.

Ji aliyê xwe ve, welatiyekê diyar kir ku bilindbûna nirxê sebzeyan di vê heyamê de, hêza kirînê wan derbs dike, ji ber wê hin kes tenê pêdiviyên bingehîn an yên bi kalîteyeke kêm dikirin.Hêjayî gotinê ye ku beşek ji pêdiviyên xwarinê ên ji bo deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst, ji deverên di bin kontrola hikûmeta Veguhêz de, tên dabîn kirin. Ji ber wê, her girtinek ji rêyan re, dibe sedem ku bazar têk herin û nirxên kelûpelan buha bibe.

Share This Article