Gerînendeya Xizmetên Teknîkî ya kantona Firatê, xebatên çêkirin û qîrkirina rêyan didomîne û vê dawiyê, dest bi çêkirina gelek rêyên bajarê Kobanê kir.
Di xebatên gerînendeyê de, rêyên ku bi keviran hatine raxistin tên qîrkirin, li gel wê jî rêyên ku zirar dîtine têne sererastkirin.
Di heman çarçoveyê de, niha li ser Rêya Hilincê jî xebatên qîrkirina rêyan didomin.
Gerînendeya Xizmetên Teknîkî ya kantona Firatê aşkere kir ku çêkirina hemû rêyên ku wekî beşek ji plana xebatê ya heyî hatine amadekirin, dê di demeke nêz de biqede.
