Ev demeke hin ji taxên bajarê Qamişlo ji ber nebûna avê, rastî pirsgirêkan tên.
Di vê derbarê de, Rojava TV nêrînên welatiyan û berpirsên Gerînendeya Avê jî şopand û ev rapor amade kir.
Ev çend roj in hinek ji taxên bajarê Qamişlo rastî pirsgirêka kêmbûna avê tên. Ev jî ji ber xerabbûna hin alavên teknîkî ya di hinek xetên dana avê bo nava bajêr de ye.
Yek ji wan taxên ku ji ber vê pirsgirêka kêmaviyê zirar dîtiye, taxa Hilêlîyê ye.
Di vê derbarê de Rojava TV nêrîn û gazindên hin welatiyên taxa Hilêlîyê wergirtin.
Ji aliyê xwe ve, hevserokê gerînendeya avê ya Qamişlo endezyar Xorşîd Ibrahîm sedemên qutbûna avê ji Rojava TV re aşkere kirin. Her wiha behsa tedbîrên xwe jî kir.
Krîza qutbûna avê li bajarê Qamişlo ne cara yekem e, ji ber ku berî niha ji ber armancgirtina wê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve rastî pirsgirêkan hatibû.
Lêbelê, Gerînendeya Avê bi lez û bez pirsgirêkan çareser dike û rola xwe pêk tîne.
